Kurmancî

Heyeta hekeman ya temînên bazara karî li ser lihevnekirinan yên ku bi temînên AFAyê, temînên karguherînê û teqawîdîya peymankirî ya SAF-LOyê ve eleqedar in biryarê dide. [SAF: Svenska arbetsgivareföreningen – Komeleya kardêrên swêdî. LO: Landsorganisationen – Rêxistina welatî]
Em bi hukmekî yê ku nayê red kirin di pirsên lihevnekirinê de biryarê didin.

Ev hêj ji dêvla miracaeta dadgehê alternatîvek e û li gor Qanûna îcraya hekemdarîyê û peymana kolektiv ya navbera Svenskt Näringsliv [Bazirganîya Swêdî], LO û PTKyê bi rê ve dice. [PTK:

Privattjänstemannakartellen – Hevbendîya karmendên privat]
Tu dikarî îtirazê bikî û nameyekê ji me re bişînî û tê de bi zelalî diyar bikî ka tu dixwazîkîjan biryarê îtiraz bikî. Em dixwazin tu navê xwe yê temam, navnîşan û nimreya xwe ya şexsî jî bişînî. Em dixwazin bizanin jî ka girêdayî kîjan sendîkayê yî heger tu endamê rêxistineka sendîkayî bî. Divê tu yan wekîlê te, heger hebe, daxwaza îcraya heyeta hekeman îmza bike. Heger te kesek kiribe wekîlê xwe, divê tu wekaletnameyekê jî ya ku behsa wekaletbûnê dike bi nameyê re bişînî. Divê tu li gor ka zerar kengî bi te ketiye heqê daxwaznameyê bidî me.

Heyeta hekeman ya temînên bazara karî bi serê xwe li belgenameyan peyda nake. Anku, alîyên dozê berpirsyar in ku hemû melzemeyan yên ku ew dizanin ku eleqedar in û dixwazin di pêvajoya biryardanê de li ber çav bên girtin pêşkêş bikin.

Adeten îcra tam nivîskî ye biryar li ser tê dan bêyî ku tu yan dijalîyê te hezir be. Biryara hekemdarîyê li gor alozîya dozê adeten di nava 12-18 mehan tê teblix kirin.
Em dixwazin bi taybetî tekîd bikin ku tev miamelebirêvebirin û danûstandin bi zimanê swêdî bi rê ve diçin.
Me pirsên ku piraniya caran tên kirin û bersivên wan li jêr xaneya FAQê ya malpera xwe civandine: https://www.skiljenamnden.se/faq.html